Meşa Dirêj a 6 rojan li Ewrûpa ku bi şiyara “Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike“ di roja xwe ya sêyem de rastê êrîş û qedexeya polêsên faşîst ên Alman hat.
KARSLRUHE – Meşa dirêj a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi şiyara “Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike“ ve ji Mannheîm’ê hat destpêkirin îro li Karslruhe’yê ji nişka ve rastê astenkirina polêsên dewleta Elmanya hatin. Polêsên Elman diyarkirin ku bi biryara Dadgeha Mannheîm’ê ve meş hatiye qedexekirin. Ji ber vê hem3u ciwan wek tewanbar hate dîtin.
Polêsan xwestin bi zorê nasnameya ciwanan kontrol bikin. Di vê esnayê de ciwanê bi navê Alî Mahsûn ji ber ku nexweşiya wî ya Epîlepsiyê hebû ji nav girseyê hat derxistin û birin gel polêsan. Rewşa Alî Mahsûn ji aliyê polêsên Elman ve nedîtî ve hate dîtin. Li vir polêsên Elman êrişa AlîMahsûn kir û zêdetirî li serê wî dan. Li ser vê Alî mahsûn ji ser xwe çû. Cihê ku polêsên Elman wî rakin nexweşxaneyê pê re henekê xwe kirin. Nehêştin ku werger were gel van. Piştre ciwanan bi derfetên xwe wî birin nexweşxaneyê, niha rewşa wî cîddiyeta xwe diparêze.
Her wiha di encama êrîşê de pozê jinek ciwan jî şikiya, 2 ciwan jî ji ser êşa xwe çûn. Hemû ciwan hatin tehdîtkirin.
Ji Komiteya Amedakariyê Andok B. di derheqa rojê de axîvî û got: “Em ê qedexekirina vê meşê qebul nakin. Ev biryar ne li ser tiştê ku me qedexeyan pêkanîye di encama polîtikaya Elmanya de hatiye girtin. Em ê meşa xwe bidomînin. Em bang hemû Gel3e Kurd dikin ku werin tevlî vê Meşa Dirêj bibin û li dijî zextên dewleta Elman tewr bigirin.
Hate ragihandin di derheqa Meşa Dirêj çigav berdewam bike de wê Komîteya Amadekariyê agahî parve bike.