Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan (BTK) malperê me 23 care digire. Malpera 24’min www.nuceciwan13.com di meriyetê de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan (BTK) malperê me ya bi navê nuceciwan12.com ku beriya gelek caran hatibû girtin carekî din asteng kir. BTK’ê ji bo astengkirinê hinceta biryara dadgeha sulh a 3’mîn a Enqereyê nîşan da. Malpera Ciwanan li hember zext û sansûrên dewleta Tirk berxwedana xwe dewam dike.
Piştê ve astengkirinê malpera nuceciwan bi navnîşanekê nû hat vekirin. Navnîşana nû www.nuceciwan13.com e.