Hate zanîn ku artêşa Tirk a dagirker li baregeha xwe ya bajaroka Bamernê ya girêdayî Duhokê, perwerdeyê sixûrtî dide ciwanan.
NAVENDA NÛÇEYAN– Li gorî zanyariyên ku çavkaniyek pêbawer ê ji herêmê ragihandine, artêşa Tirk a dagirker li baregeha xwe ya Bamernê, hin kesên ji herêmê bi armanca ku li dijî gerîlayên HPG’ê kar bikin û cîh nîşan bidin perwerde dike.
Çavkanî destnîşan kir ku perwerde 8 rojan dom dikin û kesên ji herêmê yên ku têkiliya wan bi artêşa Tirk re heye tên tevlîkirin. Çavkanî diyar kir ku di van perwerdeyan de mijarên wekî, “Cihek, noqteyek çawa tê tespîtkirin û hwd” tên dayîn.
Çavkaniyê ji herêmê bal kişand ku ji kesên tevlî perwerdeyê dibin re hatiye gotin ku bi demsala biharê re di bin navê komkirina kenger û pincar de derkevin bejahiyê (erazî) û noqteyên gerîlayan tespît bikin.