Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger; ” Divê ciwanên Îranê û Rojhilat bizanin ku rêya azadiyê di tevlîbûna gerîla re derbas dibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Yek ji Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwedî derketina gelê Rojhilat li grevên birçîbûnê ji Rojnews’ê re axivî.
Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger diyar dike ku meha Sibatê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê meheke reşe. Şiyar Şevger di dewama axaftina xwede got, “ Meha sibatê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn meheke reş e. Komploya 15’ê sibatê li dijî gelê Kurd bû û dixwestin gelê Kurd bi rêya vê komployê tine bikin. Lê Rêber Apo bi berxwedana xwe ya li zîndana Îmraliyê komployê têk bir.”
Fermandarê YRK’ê çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Ez hemû çalakgerên greva birçîbûnê bi rêzdarî silav dikim. Dijmin ji hêza çalakgeran ditirse. Lê em dizanin ku Tevgera Apoyî bi berxwedanê destpêkiriye û wê bi berxwedanê jî serbikeve.
Bila gelê Rojhilat helwesta 1999’an zindî bike
Şiyar Şevger ji bo xurtkirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê ya 1999’an li dijî dîl ketine Ocalan bibîrxist û wiha diçe, “Dema Rêber Apo dîl ket destê dijmin, gelê Rojhilatê Kurdistanê li Rêbertiya xwe xwedî derket û têkoşîneke bêhempa dan. Li dijî komploya li ser Rêbertî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan çêbûn û gel li dora Rêbertiya xwe civiyan. Peyama gel a wê demê ew bû ku jiyaneke birûmet hebe, ew jî di Tevgera Apoyî de ye. Digotin, yê ku wan ji bin zilmê rizgar bike Tevgera Apo ye û xilasiya xwe di tevgera Apoyî de didîtin. Gel bi vê têgihiştinê xwedî li Rêbertiya xwe derdiket. Di serhildanên li dijî komployê de şehadet jî çêbûn. Gel nîşan da ku ti kes nikare pêşî li hêza wan bigire. Ji ber vê divê gelê Rojhilat helwesta sala 1999’an niha jî nîşan bide. Îro tecrîdeke giran li ser Rêbertiya me heye û sedan kes îro li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne.”
Felsefeya Rêbertî hemû gelan himbêz dike
Fermandarê YRK’ê ji bo azadiya Ocalan ji rewşenbîr û hemû pêkhateyên Îranî û Rojhilat jî xwest li dijî tecrîdê serî hildin û got, “Hemû dost, welatparêz, rewşenbîr û endamên mafên mirovan, hemû kesên ku dibêjin em xwedî wijdanin divê li hember tecrîdê serî hildin. Gelê me yê Fars, Azerî, Belluc, Erebên ku li Îran’ê dijîn, hemû ol û baweri pêwîste xwedî li Rêber Apo derbikevin, ji ber felsefeya Rêbertî hemû gelan hembêz dike. Rêbertî ti ferq naxe navbera bawerî, ol û gelan. Divê gel bi çalakî û meşên girseyî bersiva dijmin bidin.”
Banga li ciwanên Rojhilat û Îranî
Fermandarê YRK’ê di dawiya axaftina xwede dazanîn ku ji bo xwedî derketina li çalakiyên li dijî tecrîdê, barê herî mezin dikeve ser milê ciwanan û axaftina xwe wiha domand, “Di vir de erka herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Pêwîste ciwan bi şev û roj di çalakiyan de bin û rehetî nedin dijmin, ku zilm li gelê me bikin. Ji Maku heya Dalaho, ji Sine heya Merîwan, Serdeşt, Urmiye ûu Hewremanê divê ti kes li hember tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng nemîne. Ji bo vê jî divê ciwan berê xwe bidin nava refên gerîla. Eger fersenda lidarxistina çalakiyan de nebînin, bila berê xwe bidin çiyayên azad, evê bibe bersiveke herîm mezin ji bo dijmin. Divê ciwanên Îranê û Rojhilat bizanin ku rêya azadiyê di tevlîbûna gerîla re derbas dibe.”
Çavkanî: WARAN HEWREMAN / ROJNEWS