Li Colemêrg, Dîlok û Muş’ê her cure çalakiyên ku li bajarê were kirin hate qedexekirin
NAVENDA NÛÇEYAN- HDP ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven û ji bo girtiyên ku li zindanan ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, biryara meşa dirêj a 15’ê Sibatê ku li Amed’ê kom bibe girtibû.
Ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlig, Dîlok û Rihayê ew ê meş werin lidarxistin û di 15’ê Sibatê de saet di 12’an de ew ê li pêşiya mala Leyla Guven a li Amedê wê daxuyaniyeke girseyî were dayîn.
Lê berê meşan dewleta dagirker a Tirk qedexeya çalakiyan radigihine. Li Colemêrg, Dîlok û Muş’ê her cure çalakiyên ku li bajarê were kirin hate qedexekirin.