Li paytexta Yewnanîstan a Atîna’yê li bajaroka Lavrîonê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û NAvenda Çanda Kurdistanê de bi şiyara “Êdî Dem Hatiye, Serî Hilde, Tecrîdê Bişkîne, Faşîmê Hilweşîne, Rêber Apo Azad Bike!” meşa dirêj a 3 rojan destpêkir.
LAVRÎO- Li paytexta Yewnanîstan a Atîna’yê li bajaroka Lavrîonê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û NAvenda Çanda Kurdistanê de bi şiyara “Êdî Dem Hatiye, Serî Hilde, Tecrîdê Bişkîne, Faşîmê Hilweşîne, Rêber Apo Azad Bike!” meşa dirêj a 3 rojan destpêkir.
Meşa dirêj a ku li dijî tecrîd û komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin were li darxistin îro bi rêzgirtineke deqeyeke destpêkir. Gelê Kurd heya derketina bajêr piştgirî da ciwanan. Di pêşiya meşê de panqarteke li dijî komployê û ji bo çalakiya greva birçîbûnê hate vekirin. Her wiha belavok jî hat belavkirin.
Ciwanan bi alên PKK, KCK, HPG, YPG’ê ve û bi wêneyên Rêberê Gelan dest bi meşê kirin. Meşa dirêj a ciwanan wê heya navenda Atîna’yê berdewam bike.