Îro serê sibê di seat 05:00 de li navenda Çewlîg’ê polêsên dewleta Tirk a dagirker avêtin li ser mala endamên Meclîsên Ciwanan a HDP’ê û 15 kes binçav kirin.
ÇEWLÎG- Îro serê sibê di seat 05:00 de li navenda Çewlîg’ê polêsên dewleta Tirk a dagirker avêtin li ser mala welatiyan di tê de 4 endamên Meclîsên Ciwanan a HDP’ê û 15 kes binçav kirin.
Welatiyên ku hatin destgîrkirin nehat zanîn ku bi çi hincetê hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku dema binçav de mayînê 4 roj e.
Welatiyên ku hatin binçavkirin Yunus Bulut, Mehmet Barcadurmuş, Kani Sonmez, Kani Tunç, Samet Kiliç, Serkan Kaya, Abtullah Sevinç û 7 kesê ku navê wan nehat zanîn birin Miduriyeta Emniyeta Çewlîg’ê.