Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Wanê êrîş ser gel kirin, ku gel dixwest ji bo xwedî li Leyla Guven derbikeve bimeşe. Di êrîşa polîsên dewleta Tirk a dagirker de 3 Kurdistanî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Wanê, gel ji bo ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo xwedî li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derkeve, ku Guven ev 97 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwest ji avahiya HDP’ê ya Wanê bimeşe.
Polîsên Tirk biryara Waliyê Wanê kirin hincet, nehiştin ku gel bimeşe û êrîş birin ser gel, ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê jî hebûn. Di encama êrîşa polîsên dewleta Tirk a dagirker de 3 Kurdistanî birîndar bûn.