Welatiyên ku li Şeladizê hatine binçavkirin hîn jî nehatine berdan an jî darizandina wan çênebûye. Li aliyê din hat îdîakirin ku di destê asayîşa Duhokê de lîsteya navên 160 kesên din heye û dê werin binçavkirin. Li gorî îdîayek din jî, wê di demeke nêz de wezîr an jî rayedarek Tirk were herêmê û ev binçavkirin jî, ji bo wê pêk tên.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku di 26’ê çileyê de gelê Dêraluk û Şeladizê li dijî bombebaran û komkujiyên artêşa dewleta Tirk serî hilda, Asayîşa Duhokê zêdetirî 80 kesan binçav kiribûn. Ji kesên hatine binçavkirin 18 welatî hîn jî dibin çavan de ne û bi yasaya 156’an ku di dema rejîma Sedam de bi hinceta dijberiya ewlekariya netewî hatiye çêkirin û cezayê muebetê (heta dawiya temen) dide, tên sûçdarkirin.
Heta niha nayê zanîn ka 18 kes derxistine dadgehê yan na û malbatên wan bi fikar in.
Li aliyê din hat îdîakirin ku di destê asayîşa herêma Duhokê de lîsteyek din a kesên ku dê bên binçavkirin jî heye. Çavkaniyekê ji herêmê ragihand ku di lîsteyê de navê 160 kesan heye û tê gotin ku dê werin binçavkirin.
Têkildarî mijarê îdîayek din jî li raya giştî belav bûye û tê gotin ku dê di demek nêz de wezîrek an jî rayedarek dewleta Tirk were Herêma Kurdistanê. Lewre ev binçavkirin jî, ji bo vê yekê pêk tên.
Îdîa heta niha nehatine piştrastkirin û li ser mijarê ji tu aliyan daxuyaniyek nehatiye dayîn.