Li Agirî li navçeyên Bazîd, Dutax, Giyadîn, Avkevir û Xamûr’ê di serdegirtinên malan de 33 welatî hatin binçavkirin.
AGIRÎ- Berê hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê zextên dewleta Tirk a dagirker didome. Piştê Stenbol, Kocaelî, Çewlîk û Meletî li navçeyên Agirî Dutaxê 9, Avkevirê 10, Xamûrê 1, Bazîdê 4 û Giyadinê jî 9 kes hatin binçavkirin. 33 welatiyên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya navçeyan.
Serê sibê jî namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan hatibû binçavkirin.
Ji aliyê din dorpêça li derdorê avahiya HDP’ê berdewam dike.