NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî êrîşa 6’ê Gulana 1996’an a li Şamê hatibû kirin, gladyoya tirk komploya li hember rêbertîyê ji xwe ra kir weku konseptekê. Merhaleya wêbê ya vê komploya, ku bi hevkarîyeka qirêj a navdewletî dihat pêşxistin, dê dîsa li Sûriyeya ku rêbertî lê bû pêk bihata. Weku encama zextên NATO û dewleta tirk yên ku li hikûmeta Sûrî kirin ji rêbertî ra hat gotin ku bilezûbez ji vir derkeve. Ji berîdanîyên dîrokî yek jî salvegera Serokê Şoreşger ê Enternasyonal Che Guevara, di sala 9’ê Cotmeha 1999’an da Rêber Apo ji Sûrîyeyê derket. Arasteyên dîrokî yên bi vî şêweyî qet jî yên tesadûfî nebûn. Êrîş û berpêbûyînên hêzên dekbaz ên arasteyî Rêberê Gelê Kurd Öcalan êdî bibûn dilopên enîyê. Weku roja “Komploya 9’ê Cotmehê” derbasî dîroka kurdan a nêz bû. Gelek welatperwer û kadroyên ku li hember komployê ji bo rêbertîyê bibûn çeperek ji agir, bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bedenên xwe şewitandin û çalakîyên cangorîtîyê pêk anîn.
Mehmet Halît Oral (9’ê Cotmeha 1998’an)
Mehmet Halît Oral î Pêşengê berxwedana “hûn nikarin roja me tarî bikin” şeva 9’ê Cotmehê ku bi 10’ê Cotmehê ve girê dida di girtîgeha Tîpa E ya Maraşê da kolonya rijand ser laşê xwe û xwe şewitand. Dema ku bibû gilokek ji agir jî laşê wî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ji girtîgehê bang li hemî Kurdistanîyan dikir. Ev berxwedana ku rêheval Mehmet Halît Oralî dabû destpêkirin, li Kurdistanê belav bû û li derdorê rêbertîyê artêşek ji agir afirandibû. “Ev agirek e, ku bi sê lib darikên niftê yê Mazluman dest pê kir, bi tînerên Çaran, bi bombeyên Zîlan û Sema û Fikrîyan hatibû homandin.”- Mehmet Halît ORAL
Ev berxwedana ku bi rêheval Mehmet Halît Oral dest pê kiribû, roj bi roj ji hêla berxwedêran ve hat dewrgirtin. PKK’yî yên ku li girtîgehan dimînin pêşengtîya berxwedanê kirin.
Mehmet Gûl, di 18’ê Cotmeha 1998’an da li girtîgeha Manîsa ya ku lê dima da laşê xwe şewitand. Dema ku nojdarîya wî dewam dikir di 27’ê Cotmeha 1998’an da şehîd ket.
Bûlent Bayram, di 21’ê Cotmeha 1998’an da li girtîgeha Bartinê ya ku lê dima da, agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Alî Aydın, di 21’ê Cotmeha 1998’an da li girtîgeha Bartinê ya ku lê dima da, agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Hasan Îsa Hasan (ji Kobanê), di 22’ê Cotmeha 1998’an da laşê xwe şewitand. 25’ê Cotmeha 1998’an da şehîd ket.
Selamet Menteş, di 23’ê Cotmeha 1998’an da li girtîgeha Midyadê ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Aynur Artan (Rotînda) di 23’ê Cotmeha 1998’an da li girtîgeha Midyadê ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Mîrza Sevîmlî, di 27’ê Cotmeha 1998’an da li girtîgeha Erziromê ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Berzan Ozturk (Murat), di 1ê Mijdara 1998’an da li girtîgeha Stammheîm a Almanyayê laşê xwe şewitand. 4ê Çileya 1998’an da şehîd ket.
Mehmet Aydın, di 13’ê Mijdara 1998’an da li girtîgeha Çanakkale ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Erdal Çeken, di 14’ê Mijdara 1998’an da li girtîgeha Midyadê ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Kadrî Îlhan, di 15’ê Mijdara 1998’an da li girtîgeha Sêrdê ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Adnan Karataş, di 17’ê Mijdara 1998’an da li girtîgeha Mêrdînê ya ku lê dima da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Ahmet Yildirim, di 17’ê Mijdara 1998’an da li Moskova agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Remzîye Akkuş, di 17’ê Mijdara 1998’an da li Moskova agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Emrullah Damlaci (Seyît Bayram), di 18’ê Mijdara 1998’an da li Qamişlo agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Cemîl Ozalp, di 27’ê Mijdara 1998’an da li Amedê agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Mîrza Çubukçu, di 27’ê Mijdara 1998’an da li girtîgeha Batmanê ya ku lê dima da piştî rojîya mirinê şehîd ket.
Yavuz Gûzel, di 30’yî Mijdara 1998’an da li girtîgeha Bartinê ya ku lê dima da, agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Hatîce Falay, di 13’ê Kanûna 1998’an da li Bagcilar a Stenbolê di 55 salîya xwe da agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Taylan Ozgur Kahraman, di 21’ê Kanûna 1998’an da li Almanya agir berda laşê xwe û şehîd ket.
Di berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ da bi van şehîdan ve tevayî 65 kesan agir berdan laşên xwe. Ev xeta ku li derdorê rêbertîyê kêlin bûye, di merhaleyên pêşdetir da veguherî çalakîtîyên gewretir.
Pîrdogan Serhed