NAVENDA NÛÇEYAN
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 1959’an de hat avakirin. Wek rêgezên girêdar jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û protokolên pêvek ku mafên bingehînê temînat dikin, pêjirandiye. Tirkiye jî tê de ji aliyê 47 dewletan ve hatiye pêjirandin. DMME’yê piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û hîn zêdetir jî di salên 90’î de li Tirkiye û Kurdistanê bi serlêdanan ve hat bihîstin û hat nasîn. Ji ber ku li Kurdistanê êrîşên qetlîamker hebû û ev jî ji aliyê rayagiştiya hundir û derva ve hatibû bihîstin û dîtin, bandor dikir.
Bi tevî van salan heya îro ji DMME’yê re ji Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran serlêdan hatin kirin. Bi piranî serlêderan jî çepgir, demokrat, şoreşgerên ku rastî zextên Dewleta Tirk tên, pêk tên. Serlêdanên ku hatine kirin jî bi piranî hatine pêjirandin û Dewleta Tirk hatiye mehkumkirin. Di roja me yê îro de jî ji DMME’yê re serlêdan didomin. Lê ne weke berî ye; derdorên nû jî êdî bûne serlêder.
Serlêdanên berî, kêm be jî bandora xwe nîşan dida, lê niha bi teybetî jî di salên dawî de ji aliyê Dewleta Tirk ve micid nayê dîtin. Bi ser de cezayên ku DMME dide Tirkiyeyê, bi gotinên “em pereyê wan bidin û derbas bibin“ û “ biryarên wan me eleqedar nake“ wisa ve tên pêşwazî kirin. Mînakên van gotinan gelek heye û kesên ku ser navê dewletê daxuyanî didin jî gelek caran ev gotin anîne ziman.
Li gel vê rasteqîniyê hê jî serlêdanên DMMEyê didomin. Ji ber vê yekê jî DMME jî bersiv dide. Di 7’ê Sibata 2019’an de jî DMME bersivek da. Orhan Tunç û bavê Mehmet Tunç Ahmet Tunç, doza ku di navbera 2015 û 2016’an de li Cizîrê di qatên jêrzemînan de 137 kes ji aliyê Dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, birin DMMEyê û DMME jî di danişîna ”pêjirandinê“ de serlêdanên Orhan Tunç û bavê Mehmet Tunç Ahmet Tunç bi yekîtiya rayan ve doz red kir. Sedema redkirinê jî bi hinceta “riya dada hundirîn nehatiye qedandin” nîşan dan. Bi vî awayî DMME, bi vê helwestê xwe re Tirkiyeyê ku DMME’yê saziyek nehewce û nemicid dibîne pesend kir.
Dema ku DMME vê bîryarê da, heman rojê Dadgeha 5. a Giran a Amedê û Dadgeha 6. a Giran a Rihayê jî di derbarê Leyla Guven de bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye dozek vekirin. Bi ser de heke Leyla Guven neyê dadgehê bîryara “anîna bi zorî“ jî girtin.
Lê hê du roj berî Leyla Guven ji zindanê derketîbû. A rast Dewleta Tirk a qetlîamker mecbur mabû ku derxîne. Ji Leyla Guven re ku di rojên 80iyan a greva birçîbûnê de ji zindanê derketîbû, di rojên 100’iyan a çalakiyê de dîsa rênîşana zindanê didin. Di esasê xwe de helwesta ku Dewleta Tirk nîşan dide, lewaztî û bêhêztiya dewletê jî radixe ber çavan.
Dewleta TC, li hember Berxwedana Girevên Birçîbûna Bêdem (BGBB) a ku ketiyê rojên 80 yî bêçar mabû.Di dawî de Leyla Güven ji zindanê derxistin ku wek rêyek çare dîtin.Dema ev çêkirin ji xwe re hesabên hêsan kiribûn.Fikirî ku heke Leyla Güven ji girtingehê derkeve wê berxwedanê berde, berxwedanên din jî wê dawî bibe. Lê wisa nebû. Leyla Güven berxwedana xwe û di vê berxwedanê de rola xwe ya pêşengtî berdewam kir. BGBB jî dîmenek bêhtir kar kir.
Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Giran a Cezaya Riha û Amedê di rojekê de hat ravekirin.Belku ev rasthatîneke. Lê wisa be jî rastiyek hat vegotin.Ew jî dadgehên DMME û TC biryarên li ser Kurdan de bi hev re tevdigerin.Li aliyekî DMME qirkirina li ser Kurdan bêhelwest mayîna xwe ve bi eşkere pişta tc digre, li aliyeke din jî dadgehên dewleta TC, şerê qirêj a taybet de li hemberî Kurdan posatên bingehe. Ev carek din jî hat ber çavan.
Ya herî balkêş roja ku DMME û Dadgehên Giran a Cezaya Riha û Amedê biryara xwe rave kir, Serokwezîrê nijadkujê dewleta TC R.T. Erdogan rave kir ku ”navbera me û kurdan de tu caran pirsgirêk çênebûye ”. Dûv vê ravekirinê, biryara DMME û Dadgehên Giran a Cezaya Riha û Amedê tê çi wateyê Erdogan bi devê xwe eşkere kir.
Bi rastî jî polîtîkayên faşîst nijadkujî û mêtingehî yên Erdogan, ji bo ku li ser Kurdan binerîtîne li pêş wî astengiyek û tengasiyek tune. Ji ber ku li dû wî DMME û dadgehên wî hebûn.Qirkirinên li Kurdistan pêk hatin bi destê wan hat taswîp kirin. Êdî pêş wî vebû bû dikarîbû bêhtir êrîşên qirkirinê bikira.Wateya biryarên DMME û Dadgehên Giran a Cezaya Riha û Amed ê hew ev bû.
Cemal Şerîk
Ji Ozgûr Polîtika hatiye wergerkirin