Ciwanên Kurd duh şevê li Hannoverê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di gelek herêman da bi spreyê wêneya Rêberê Gelan xîzkirin.
HANNOVER- Ciwanên Kurd duh şevê li Hannoverê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di gelek herêman da bi spreyê wêneya Rêberê Gelan xîzkirin. Li ser dîwarê Zaningeha Leîbnîzê jî wêneya Rêberê Gelan hate xîzkirin.
Ciwanan bi çalakiyên xwe bal kişandin li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan û him jî li dijî qedexekirina Wêneyên Rêberê Gelan ev çalakî pêkanîne.
Her wiha ciwanan anî ziman ku heya tecrîd rabe wê çalakiyên xwe bilindtir bikin.