Li Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Operasyonên qirkirinên siyasî berê hilbijartina 31’ê Adarê didome. Li Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Agirî
Li navenda Agirî û li navçeyên wê Bazîd, Panos, Dutax, Giyadîn, Avkevir, Xamûr û Eleşkîrtê plîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girtibûn.
Hatîbû ragihandin ku hejmara binçavan 33’ê ye. Li gor agahiyên hatine destxistin bi giştî li Agirî 55 welatî hatine binçavkirin.
Îdir
Li Îdirê jî polîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girt û ji 12 kesên lêgerîna wan hebû 10 kes binçavkirin. Hat zanîn ku 10 kes bi hêceta îxbara li 155’yê hatiye kirin hatine binçavkirin. Navên hin binçavkiriyan wiha ne: Erol Kizilay, Murat Eker, Mahmut Kalkan, Şerafettîn Kizilay, Adem Açilan, Ruhat Karadenîz û Ferhat Taşdemîr.
Wan/Erdîş
Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî vê sibehê polîsên dagirker bi ser gelek malan de girt. Polîsan malên welatiyan serûbin kirin û 7 kes binçav kirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Abdurrahman Fîdan, Şîrîn Sakur, Muhtîlla Dag, Bulent Zîlanli, Harun Yildiz, Eda Umaç û Seyîthan Telek.