Girtiyên siyasî bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin ku li hemberî faşîzmê roj roja yekîtiyê û şikandina tecrîdê ye. Girtiyan bang li hemû kesî kir ku li dijî komployê û tecrîdê berxwedanê geş bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir. Kaya anî ziman ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 301 girt bi biryariyeke mezin çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û heta tecrîd bê şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin.
Denîz Kaya da zanîn ku Komploya Navneteweyî bi ser neketiye lê talûkeya komployê hêj dewam dike û wiha got: “Komploya Navneteweyî ku li hemberî Rêbertiya me bi pêş ket sala 21’emîn û hemû hesabên pergalên despot û olîgarşîk û her wiha pêkanînên faşîzan bêencam man. Dewletên serdest ên cîhanê bûn yek û li hemberî Rêbertiya me komployeke navneteweyî pêşxistin û bêguman ev komplo di heman demê de li hemberî gelê kurd, gelê tirk û gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Ger Komploya 15’ê Sibatê bi ser biketa pergala faşîst dê bi rewabûna qanûnan nasname û hebûna gelên bi komkujî û qetlîaman binixûmanda û talûkeya li hemberî gelan bi temamî ji holê ranebûye.”
Ocalan hemû kodên komployê deşîfre kir
Kaya kesên ku di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Armanca bingehîn a tifaqa faşîst ya AKP û MHP’ê ew e ku ji komployê encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê ji bo Komploya Navneteweyî rojane bikin hesabên qirêj dikin. Dewamkirina pergala Îmraliyê, ji bo îxbarkirina rêvebirên PKK’ê xelatdayîn, bombekirina bajar û çiyayên Kurdistanê, girtina siyasetmedar û welatparêzan nîşan dide ku dixwazin komployê rojane bikin û encamekê bi dest bixin. Rêber Apo bi berxwedan û sekna xwe ya bêhempa hemû kodên komployê deşîfre kir. Em jî careke din vê komploya ku li hemberî afirînerê hemû bedewiyan ango komploya ku li hemberî Rêber Apo pêk hatiye lanet dikin. Em şehîdên ku bi çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û pêşengê vê çalakiyê Halît Oral bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Grevên birçîbûnê bi biryardariyeke mezin dewam dikin
Kaya destnîşan kir ku wek mîlîtanên PKK û PAJK’ê tu caran jiyaneke bêyê Ocalan qebûl nakin û ji bo vê jî çi bedel pêwîst bike dê bidin û wiha got: “Dibe ku em li zindanan girtî bin, lê em tu caran teslîm nabin. Ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin, şert û mercên jiyana azad û xebatê bên afirandin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re pêk werin, hiqûqa gerdûnî li Îmraliyê pêk were me grevên birçîbûnê daye destpêkirin û çalakiyên greva birçîbûnê bi biryarî û cidiyeteke mezin dê dewam bikin.”
Girtiyan berxwedêrên grevê silav kirin
Denîz Kaya diyar kir ku bi hêviya serkeftinê berxwedanê mezin dikin, berxwedêrên ku di grevê de ne silav kir û wiha got: “Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de di çarçoveya hemleya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Me li zindanan di 27’ê mijdarê û 16’ê kanûnê de grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Bedela wê çi dibe bila bibe heta tecrîd were şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi hêviya serkeftinê em berxwedana xwe mezin dikin. Em hemû çalakvanên li Ewropayê, li başûrê Kurdistanê û hemû hevalên ku di berxwedaneke wiha pîroz de cih digirin silav dikin.”
301 girtî di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne
Kaya da zanîn ku li ku derê dibin bila bibin heta tecrîd were şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Ji 16’ê kanûnê vir ve di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de 301 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi biryardarî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Hejmar û çawaniya çalakiyê niha têrê dikin û di heman demê de grevên birçîbûnê ku di 27’ê mijdarê de hatine destpêkirin dewam dikin. Divê were zanîn ku berxwedana me bi zindanan sînorkirî nîne, ger em bên sirgûnkirin jî, serbest jî werin berdan û heta tecrîd were şikandin em li ku dibin bila bibin em ê berxwedana xwe bidomînin.”
‘Em dizanin ku berxwedan dide qezenckirin’
Di 12’ê çileyê de bi Rêbertî re hevdîtinek pêk hat û her çiqas kodên vê hevdîtinê ji aliyê me ve hatibe fêmkirin jî em dizanin ku berxwedan dide qezenckirin. Her çiqas piştperdeya serbestberdana Leyla Guven hatibe fêmkirin jî em dibînin ku berxwedan dide qezenckirin. Ji ber ku durûtiya polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê derketiye holê û em dizanin ku ji bilî berxwedanê tu rêyeke din tune.
Rizgarkirina şaredariyan bi berxwedanê pêkan e
Daxuyaniya Denîz Kaya bi bangewaziya xwedîderketina grevên bi dawî bû û wiha got: “Mazlûm Dogan di zindana Amedê de got; ‘Teslîmbûn îxanet e, pasîfîzm têkçûn e û berxwedan serkeftin e’ û em jî li gorî vê gotinê û xeta serkeftinê li ber xwe didin. Ji ber ku li hemberî faşîzmê berxwedan her tim rewa ye. Berxwedana siyaseta demokratîk, di hilbijartinên heremî de bi meşandina xebatan pêşxistina berxwedanê ye, Rêbertiya me şaredariyan wekî dibistanên demokrasiyê bi nav dike û rizgarkirina şaredariyan bi berxwedanê pêkan e. Em bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê, nivîskar û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em bang li gelên Tirkiye û cîhanê dikin ku li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Tecrîdkirina Rêbertiya me di esasê xwe de tê wateya tecrîdkirina me. Kesên ku qêrîna me ya berxwedanê nabihîzin bila mirovbûna xwe lêpirsîn bikin. Li hemberî faşîzmê roj roja yekitiyê ye û roj roja şikandina tecrîdê ye.” AMED