Li gorî biryara Walîtiyê, hemû civîn, daxuyanî û çalakiyên rûniştinê ku di navbera 13-18’ê mehê de bên li darxistin hatin qedexekirin.
DÊRSIM – Walîtiya dagirker a Dêrsimê, bi hinceta çalakiyên ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re ku di greva birçîbûnê de tên lidarxistin, hemû çalakiyên ku bên lidarxistin heta 5 rojan qedexe kirin.
Walîtiya dagirker a Dêrsimê bi hinceta ku ji bo piştevaniya bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Leyla Guven ku di roja 99’emîn de berdewam dike tên lidarxistin û meşa parlamenteran a bi dirûşma “Di roja 100’emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin” ji bo 5 rojan hemû çalakiyên ku bên li darxistin heta 5 rojan qedexe kirin
Parlamenterên HDP’ê, bi minasebeta roja 100’emîn a çalakiya Leylayê ji 15 bajaran meş dabû destpêkirin û li bendê ye ku meşa hat destpêkirin sibe (15’ê Sibatê) saet di 12.00’an de bi daxuyaniyeke li Amedê li ber mala Leyla Guven bê li darixstin bi dawî bikin.