Tu carî ji bona me malbatên şehîdan jiyaneke bê Rêber Apo wê tu wate jê re tune bê, ji ber em xwe dibînin malbatên Rêber Apo, ji bo Rêber Apo em xwe deyindar dibinin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê bi armanca piştgirî dane çalakiya meşa dirêj ya Ciwanên Bakurê Suriyê û Rojava tevlî meşê bûn û di hundirê meşê de daxuyanî li dijî Komploya 15’ê Sibatê dan.
Daxuyanî wiha ye:
“20 salên ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan di girtîgeha dewleta Tirk a dagirker de ye, Komplo di salên 1998’an de dest pê kir, bi alîkeriya hinek dewletên navnetewî yên li dijî îrada azad li gorî bercewendiyê xwe yên teng bi dewletên Tirkiyê re xwestin bi girtina Rêber Apo her fikreyekî rast, her insanekî azad tine bikin, tesîra wê li hemû qadên cîhanê kir, gelê Kurd û hemû hereketên azadî xwaz ji bo Rêber Apo daketin qadan û di her kolanekî de çalakî li darxistin bi dehan hevalên me çalakiyên fedayi ji bo Rêber Apo dinav dijmin de pêk anîn.
Tu carî ji bona me malbatên şehîdan jiyaneke bê Rêber Apo wê tu wate jê re tune bê, ji ber em xwe dibinin malbatên Rêber Apo, ji bo Rêber Apo em xwe deyindar dibinin. Xeyalên Şehîdên me azadiya Rêber Apo û pêre jiyaneke azad bijîn, ji bo em xeyalên Şehîdên xwe pêk bînin di her qadekî tekoşînê de em wekî malbatên Şehîdan ji bo Rêber Apo her tim pêşeng bin, ji bo me du nirxên herî pîroz hene ew jî Şehîd û Rêber Apo ye ji bo parestina van her du nirxan em ê di her qadê de çalak bin.
Faşîsta dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji bo terorîstan tê nîşandan û di her deverekî de dagirkeriya xwe pêk tîne û ji bo her netewekî bi armanca tune kirinê wan tune dike. Veya îro bi dehan isanên me di qadên cîhanê de û di hundirê Zindanên dewleta Tirk de ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin di gervên birçîbûnê de ne, pêwîste daxwazên çalekvanan pêk were tecrîd were şikandin û di demekî nêz de Rêber Apo bi zindî azad bibe, pêwîste her kes zextên xwe li ser dewleta Tirk a dagirker bike ji bo Rêber Gelan Abdullah Ocalan.