Ev berxwedana bi rûmet tirseke mezin xistê dilê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê û rûpeleke nû ji berxwedanê di dîroka Kurdistanê de vekir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Zanîngeha Rojava a Endernaziya Petrolê ji bo şermezar kirina komploya 15’ê Sibatê a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Daxuyanî wiha ye:
“Weke tê zanîn komploya li ser Rêber Apo a ku sala xwe ya 20’an derbas dike û dikeve sala 21’an, qonaxeke nû ye ji qonaxên berxwedanê li ser riya çareserkirina doza Kurd. Yek ji armancên komployê ku di şexsa Rêber Apo de diyar dibe, tunekirina gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê ye.
Di heman dema ku komploya navnetewî li ser Rêber APO dikeve sala xwe ya 20’an, berxwedana gireva biçîbûnê ya ku bi pêşengtiya têkoşera leheng Leyla Guven gihîşte asteke bilind û ev berxwedan derbasî her çar parçeyên Kurdistanê, zîndanên faşîzmê, welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bû.
Ev berxwedana bi rûmet tirseke mezin xistê dilê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê û rûpeleke nû ji berxwedanê di dîroka Kurdistanê de tvekir, her wiha riyeke nû ji bo çareseriyê afirand.
Em weke xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava komploya navnetewî ya li ser Rêberê me di salvegera xwe ya 20’an de bi tundî şermezar dikin û em soz didin ku em ê li pey şopa rêberê xwe bin û li ser xeta berxwedanê
bimeşin ta pergala Îmraliyê hilweşînin. Dîsa bang li saziyên hiqoqî, mirovî û tevgerên azadîxwaz dikin ku li dijî vê komployê derkevin û helwesteke xurt li dijî faşîzmê û aliyên beşdarî komployê bûne, bistînin û bi yek helwest vê komployê ji binî ve hilweşînin, ji ber ku Rêber Apo sembola azadî û wekheviya gelan e, û her wiha endazyarê avakirina jina azad e.