Duh komeke çeteyên DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji dewletên erebî û biyanî ne, li gundê Baxozê xwe radestî şervanên QSD`ê kir.
DÊRAZOR- Piştî ku şervanên QSD`ê dor li çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya Dêrazorê teng kir, roj bi roj çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.
Li gundê Baxoza Jorîn şervanên QSD`ê korîdorên mirovî vedikin û sivîlan rizgar dikin. Lê ji aliyekî din ve jî hin çeteyên DAIŞ`ê heta niha li gund mane. Duh (roja çarşemê) bi dehan çeteyên DAIŞ`ê yên ji dewletên erebî û biyanî, xwe radestî şervanên QSD`ê kir.
Der barê hejmara çeteyan û detayên giştî de fermandariya QSD`ê tu agahî nedan.
Yek ji fermandarên QSD`ê diyar kir ku çeteyên hatine girtin, bi wan re belgeyên ku tevlêbûna wan a nava DAIŞ`ê îsbat dikin, hebûn. Her wiha alavên ku DAIŞ`ê di şer de bikar dianîn, bi wan re hatin girtin.
Li gundê Baxoza Jorîn di van kêliyan de şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Çeteyên DAIŞ`ê sivîlên ku di gund de asê mane, wek mertalên zindî bi kar tînin.
Çavkanî: ANHA