Li Ûmraniye’yê 3 endamê Meclîsê Ciwanên HDP’ê hatibû binçavkirin nahêlin hevdîtin were kirin.
STENBOL- Li navçeya Stenbol Ûmraniye’yê di 12’ê Çileyê de di serdegirtina malan de polêsên dagirker 3 endamê Meclîsê Ciwanên HDP’ê hatibû binçavkirin.
Hate zanîn ku li ser dosyayê biryara veşartinê hatiye danîn û nahêlin bi ciwanan re hevdîtin were kirin. Ciwanên ku hatine binçavkirin navê wan Haşim Dayan, Aydin Saliş, Cemal Kûmûcen e.