LEZGÎN- Hêzên Rizgariya Efrînê: “Li Bab’ê di çalakiya sabotajê de 3 çete hate kuştin”

Hêzên Rizgarkiriya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin li Bab’ê di encama çalakiya Sabotajê de 3 çete hate kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgarkiriya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin li Bab’ê di encama çalakiya Sabotajê de 3 çete hate kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

“Şervanên me çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî li Efrînê derdora wê lidar dixin, didominin.

13’ê Sibatê, şervanên me li derdora gundê Hezwan a girêdayî Babê li dijî seyareyeke çeteyên koma Firqet El-Hemzat têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên bi navê Ebdultayib Ferûa, Yasir El Elî û Mihemed Xazî hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.”

Nivîsa Pêş