Fermandara 4’mîn Alaya Hewayî-Bejahî ji erkê hatiye girtin û di erkekê cuda de hatiye peywirdarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştê balafirê leşkerî ya Tirk li Çekmekoya Stenbol’ê ket xarê û 4 leşkerên Tirk mir, di dewleta Tirk de tevlîheviyek destpêkir.
Di destpêkê de hate gotin ku wê alaya wir were rakirin û bibin herêma Trakya. îro jî Wezareta Parastina Netewî ya dagirker bi daxuyaniyek ragihand ku fermandara 4’mîn Alaya Hewayî-Bejahî ji erkê hatiye girtin û di erkekê cuda de hatiye peywirdarkirin.
Wezareta dagirker wek hinceta guhertinê, bi tenduristî meşandina lêpirsînê nîşan da.