Endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê ya Wan’ê li dijî komplo û tecrîdê çalakî li dar xistin.
WAN –Endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê ya Wan’ê li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat û ji bo mezinkirina berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 99 roje di greva birçîbûnê de ye çalakî li dar xistin.
Endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê, li ser rêya Wan’ê li pirekî mezin panqarta “Tecrîdê Bişkîne, faşîzmê perçe bike” daliqandin û diruşmên “Leyla guven rumeta me ye” berz kirin.