Di pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye de ciwanên Girke Legê û Derîkê li dijî komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê hatin gel hev û bi agirê, navê Rêberê Gelan Ocalan nivîsandin û çalakiyek pêkanîn.
DÊRÎK- Di pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye de ciwanên Girke Legê û Derîkê li Qereçok’ê hatin gel hev. Ciwanan, bi agir navê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nivîsand. Piştre ciwanan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Serî Hilde” ve çalakî li dar xistin.
Ciwanan da xuyakirin heya tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe wê ew çalakiyên xwe bidomînin. Ciwanan bi xwendina Merşa Gerîlla çalakiya xwe dawî kirin.