Ciwanên Kurd û Enternasyonal ku piştê êrîşa polêsên Almanya meşa xwe kiribûn yek bi hev re li dijî tecrîdê û komploya 15’ê Sibatê dimeşîn roja xwe ya 5’mîn dawî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Kurd û Enternasyonal ku piştê êrîşa polêsên Almanya meşa xwe kiribûn yek bi hev re li dijî tecrîdê û komploya 15’ê Sibatê dimeşîn roja xwe ya 5’mîn dawî kir.
Meşa dirêj ku îro serê sibê ji Nancy’ê ya Fransayê destpêkir piştê seqatekê li navenda bajêr navber da. Di vir de ciwanên biyanî hatin li gel çalakvanan û di derheqa meşê de agahî girtin. Piştê navberê ku ciwanan dîsa destpê meşê kir bi dirûşmên bênavber 17 km meşiyan.
Meşa Ciwanên Kurd û Enternasyonalan wê Sibê di seat 13:00 li Strasbourg’ê berdewam bike. Çalakvanan bi komên ji Swîsre’yê were bi meşvanên Baselê ve bibin yek û di seat 13: 00 de dîsa ji Place Kleber’ê ve ber bi Konseya Ewrûpa bimeşin.