Polîsên dewleta dagirker a Tirk meşa çalakvanên Muşê asteng kiribû û êrîş kiribû. Di encama êrîşê de 2 şevirmendên parlamenteran Înan Demîr û Elîf Uras bi derbkirinê ve hatibûn binçavkirin ber êvarê serbest hate berdan.
MUŞ- Li Mûş’ê parlementerên HDP’ê û gel xwestin bimeşin ber bi Amed’ê ve û tevli meşa roja 100’Mîn a berxwedana gireva birçîbûnê ya Leyla Guven bibin.
Polîsên dewleta dagirker a Tirk meşa çalakvanan asteng kiribû û êrîş biribû ser wan. Di encama êrîşê de 2 şevirmendên parlamenteran Înan Demîr û Elîf Uras bi derbkirinê ve hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Di encama derbkirinê de her du şewirmend jî ji cihên xwe yên cuda birîndar bûne.