Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz li Wanê di protestokirina tecrîdê de hatî derbkirin, li Amedê jî careke din bû hedefa êrîşa polîsan. Aydenîz rakirin nexweşxaneyê.
AMED- Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz a li Wanê dema protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bû hedefa êrîşa polîsan, li Amedê jî polîsan êrîşî wê kirin.
Aydenîz a ku bi wekîlan re dimeşiya, polîs bi eşkere lingê xwe da ber lingê wê û li erdê dan. Hate gotin rewşa Aydenîz gelek xirab e.
Aydenîz a dema kete erdê, serê wê li erdê ket, lewre rakirin nexweşxaneyê.