Parlementerên di meşa HDP’ê ya bi dirûşmeya “Di Roja 100’emîn em bi Leyla re Tecrîd Bişkînin” li 15 bajaran da destpê kirin de cih girtin, di ketina Amedê de rastî ablûkeya polîsan hatin. Di dema ablûkê de polîsan wekîla HDP’ê Salîha Aydenîz dehf dan û gava li erdê ket birîndar bû.
AMED – Parlementerên HDP’ê yên bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbû ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyal Guven a diroja 100’emîn berdewam dike, di meşa HDP’ê ya bi dirûşmeya “Di Roja 100’emîn de em bi Leyla re Tecrîd Bişkînin” a li 15 bajaran da destpê kir de, cih girtin û ber bi Amedê vê ketin rê, gehiştin bajêr.
Meşa ku bi dirûşmeya “Di Roja 100’emîn de em bi Leyla re Tecrîd Bişkînin” li Colemêrg, Wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersîm, Çewlîk, Dîlok û Rihayê ji 7 aliyan ve hat destpêkirin, parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş, Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Ebrû Gunay, Pero Dundar, Tûma Çelîk, Siddik Taş, Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Salîha Aydenîz, Saît Dede, Habîb Eksîk, Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Tayyîp Temel, Abdûllah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Mensûr Îşik, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Mahmût Togrûl, Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn beşdar bûn.
Parlementerên, di rêwitiyê de tim rastî astengiyên polîsan hatin, lê ligel hemû astengiyan jî xwe gihandin bajêr.
RÊYÊN DIÇIN MALA GUVEN GIRTIN
Ji bo ku HDP’î li ber mala Leyla Guven daxuyanî nedin û meşa xwe li vê derê neqedîtin, polîsan hemû rêyên diçin mala Leyla Guven a li Navenda navçeya Rezanê, di saetên şevê de hemû bi bariyeran girtin. Ji bajarên derdorê polîs hatin teqwiye kirin û dîsan avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr hatin dorpêç kirin û wesayîtên TOMA hatin bicihkirin.
Polîsan dîsan durêyên 500 Evler, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, 450 Evlerî û Otora Naveçeyê yên ji bo pêşwazîkirina parlementeran dûrpêş kirin.
WALÎTİYÊ MEŞ QEDEXE KIR
Di dema ku HDP’iyan xwe amade dikirin heya ber mala Leyla Guven bimeşin, polîsek hat gel HDP’iyan û ji wan regot “Walitiyê meş qedexe kiriye û emê ji ber vê destûr nedin meşê.” Parlemterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî, ji polîs re got, bi awayekê qanûnî ev meş dê neyê qedexe kirin û ger bê qedexekirin jî ewê serlêdana sûc bikin.
Li ser nîqaşên hatin kirin, rayedarên polîsan ji HDP’iyan re gotin encex hûn bi wesayîdan dikarin biçin ber mala Leyla Guven û emê tenê ji bo vê destûr bidin.
POLÎSEKÊ PARLEMENTER DEHF DA Û KET ERDÊ
Komek Parlementerên HDP’ê ji duryana 450 Evlerê çûn ber nexweşxaneyek taybet a navçeya Peyasê û polîsan li vêderê parlementer kirin ablûkê. Di vê navberê de, polîsan Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydeniz dehf dan û ket erdê. Aydenîz a birînar bû bi sandalyekê tekelik rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Aydenîz başe.
Parlementerên din ên li baxçeya nexweşxanê man jî, li dijî êrîşên fîzîkî yên polîsan bi berzkirina dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” bertek nîşan da.
Li aliyê din rojnamegerên hewl didin meşa parlementerên HDP’ê bi şopînin, ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin.