NAVENDAN NÛÇEYAN- Ciwanên Şengalê bi tevlîbûna çalakgerên greva birçîbûnê û hemû saziyên Şengalê şevê din ji bo protestokirina komploya navnetewî ya li dijî Ocalan meşeke meşaleyî lidarxistin.
Bi wesîleya salvegera 20. a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêkhatî, ciwanên Şengalê meşeke meşaleyî lidarxistin.
Çalakgerên greva birçîbûnê, saziyên Şengalê jî tevlî meşa ciwanan a protestoyî bûn. Meşa ciwanan ji ber Dibistana Zerîva Osê dest pê kir heya Qada Şehîdan berdewam kir. Li qada şehîdan li ser armanca çalakiyê daxuyaniyek ji aliyê ciwanên Şengalê ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Basim Elî ve hate xwendin.
Ciwanên Şengalê komploya navnetewî ya li dijî Ocalan şermezarkirin û diyar kirin ku ewê ji bo pûçkirina komployê bi her cureyê têbikoşin.
Di daxuyaniya ciwanan de bang li tevahî ciwanên Êzidî hate kirin ku ji bo azadiya Ocalan û têkbirina dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê têbikoşin.
Ciwan diyar kirin ku ji bo Kurdistaneke azad, dem dema bilindkirina têkoşînê û mezinkirina berxwedanêye.