Malbata Ocalan û yên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Ateş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan