Baskên meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Basel, Mannheîm û Luksembûrgê bi rê ketin, li bajarê Strasboûrgê yê gihîştin hev.
STRASBOURG- Bi sedan meşvanên meşa dirêj li meydana Place de Kleberê gihîştin hev û bi qîrîna dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Jin Jiyan Azadî” dewleta Tirk şermezar kirin.
Li vir de li ser navê meşvanên Ciwanan Ferzad Ciwan axivî û got: “Em tewra Elmanya ya faşîst qebûl nakin. Em bibiryardarî heya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîna xwe bidomînin. Heya Rêberê me azad nebe jiyan ji me re heram e.”
Piştî ku Hozan Şemdîn sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ got, nûnerên komên meşê dest bi axaftinê kirin.
Meşvan wê piştre ber bi Konseya Ewropayê ve bimeşin.