Şervanên QSD`ê herêma bakurê Baxoza Jorîn rizgar kir. Şervanan di dema paqijkirina herêmê de depoyeke mezin a cebilxaneya çeteyan bi dest xist.
NAVENDA NÛÇEYAN- Operasyona dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ya pêngava Bagera Cizîrê li Baxozê berdewam e. Gundê Baxozê dikeve rojhilatê bajarokê Hecînê yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê. Çeteyên DAIŞ’ê sivîlên ku li herêmên di bin serweriya xwe de wek mertalên zindî bi kar tînin û di nava zevî û malên şêniyan de mayinan datînin. Şervanên QSD’ê jî ji ber ewlehiya sivîlan hêdî hêdî bi pêş de diçin.
Hat zanîn ku şerên giran li herêmê diqewimin. Şervanan li herêmên rizgarkirî depoyeke cebilxaneyê û nuqteyeke tenduristiyê ya çeteyên DAIŞ’ê desteser kirin.
Der barê mijarê de yek ji şervanên QSD`ê wiha got: “Çeteyan sivîl li nêzî noqteya tenduristiyê kom kirine da ku pêşketinên me asteng bikin. Lê me hin rêyên ewle ji wan re vekirin û gelek sivîl rizgar kirin. Herêmên ku ji çeteyan tên rizgarkirin, ji aliyê tîmên taybet ên girêdayî me (QSD) ve hatin paqijkirin. Şervanan di dema paqijkirina herêmê ji bermayên çeteyan de, depoyeke mezin a çekên giran wekî topavêj, hewan, hemû cureyên doçka, çekên sivik û cebilxane dîtin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku operasyona dawîn a Şerê Tunekirina Terorê ku QSD`ê ji bo rizgarkirina gundê Baxozê ragihandibû, ji bo ewlehiya sivîlan ku çete wan wek mertalên zindî bi kar tînin, hêdî hêdî bi pêş de diçe.