Bi hezaran welatiyên ku li Kobanê hatin gel gev di bin dıruşma “Bimre komploya navdewletî de” meşiyan.
KOBANÊ- Li dijî komployê navdewletî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Kurdistan û di gelek welatên cihanê demeş û mîting tê li dar xistin.
Bihezaran welatiyên ku li Kantona Rojava’yê Kurdistanê Kobanê hatin gel hev bi şiyara “Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê têk bibe, Kurdistan azad bike” ve çalakiya meşê li dar xistin. Meş li ber Nexweşxaneya Kobanê destpêkir heya qada peykera Arîn Mîrkan berdewam kir. Gelek kes ji bajarên derdorê tevlî meşê bûn. Di meşê de diruşmên ” Bijî Serok Apo, Bimre Komploya Navnetewi, Bê Serok Jiyan Nabe!” berz kirin.
Meş piştê axaftinan bi avêtina diruşman dawî bû.