Ciwanên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew fikrên Ocalan ji bo xwe esas digirin û ji bo vê jî wê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Di daxuyaniya ciwanên Ereb de hate gotin ku gelên Rojhilata Navîn bi derketina fikrên Ocalan re ketin nava lêgerîna azadiyê û xwe rêxistin kirin.
Di dewama komployê de Ciwanên Ereb weke Rêberê mirovahiyê xîtabê Ocalan dikin û dibêjin, “Bi komploya 15’ê Sibatê re xwestin Rêberê mirovahiyê bigirin. Lê tevî hemû hewldan û komployan jî îro ev şoreş li ser fikrên Rêber Apo berdewam dike.”
Ciwanên Ereb yên Şengalê çalakiya Leyla Gûven ku îro 100 roj tijî kir jî bi bîrxistin û diyar kirin ku berxwedana Leyla Gûven nîşaneya berdewam kirina şoreşa li ser esasê fikrên Rêber Apoye.
Ciwan danzanîn ku wê komplo zû yan dereng pûç bibe û daxuyaniyê bi van gotinan bi dawî kirin, “Em bawer dikin ku wê komplo pûç bibe. Îro bihezaran mirov xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin dikin. Em ê weke Ciwanên Şengalê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.”