Meşa dirêj li dijî komplo û tecrîdê a ku li Yewnanîstan’ê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de dihat kirin îro di roja 3’an de dawî bû.
ATÎNA- Meşa dirêj li dijî komplo û tecrîdê a ku li Yewnanîstan’ê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de dihat kirin îro di roja 3’an de dawî bû. Ciwanên ku xwe gihandin qada Syntgmayê bi girseyekî mezin hatin pêşwazîkirin. Her wiha hate zanîn di meşê de 2 ciwanên anarşîst jî cihê xwe girtiye.
Girseyê ku bênavber diruşmên li dijî tecrîdê û jibo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan avêtbi tevgerê çepgir ve ber bi parlementoya Yewnanîstanê meşiyan. Girse li vir dosyayekê da meclîsê.
Piştê ku dosya hat radestkirin ber bi Konsulxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan. Di vir de axaftinek hate kirin û ciwanan di axaftinê xwe de anî ziman; “Ceribandina 40 salan heye, Bila herkes bizanibe em ê serbikevin. Em ê xwedî azadiya Rêbertiya xwe derkevin. Heya tecrîd were şikandin jî em ê têbikoşin.”
Piştre ciwan û girse bi diruşman meşa xwe dawî kirin.