Li Çukurovayê Ciwanên Kurd derketin qadan û komplo protesto kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê ji bo protestokirina komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgirîkirina greva Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiyek kirin.
Ciwanan li Taxa Çay a girêdayî navçeya Akdeniz ê bi nivîsên li ser dîwarên kolanan ên mîna ‘Greva birçîbûnê di roja 101’ê de ye’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Dawî li tecrîdê bînin’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ tecrîd û komploya li ser Ocalan protesto kirin.
Li Edeneyê jî komeke ciwanan li taxên Yenîakkapi û Gulbahçe yên girêdayî navçeya Seyhanê pankata bi nivîsa ‘Em Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin. HGD’ li ser hatî nivîsîn daliqand û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re qîr kirin.