NAVENDA NÛÇEYAN
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyanî da û got çend roj ma ku DAÎŞ li Sûriyê bi temamî binkeve. Rahiştin ku amadekariyê wan qediya ji bo hêzên DAÎŞê li bajarokekî de ma têk bibin. Ev çend roje jî hemleya paqijkirina DAÎŞê dane destpêkirin. Serokê ABD’ê Trump jî ragihand ku di nav hefteyekî de DAÎŞ’ê li Sûriyê bi binkeve. DAÎŞ’ê 5-6 sal berê êrîşê dagirkeriya rojhilata navîn meşan, tirs û xof xiste nav dewleta û hêzên navneteweyî û çawa bû hate vî halî? Divê ev rast were tehlîl kirin. Tehlîl û nirxandinê xelet yê DAÎŞ’a mirî dîsa rake li ser pê.
Her çiqas hin hêza xwestibe DAÎŞ’ê bikarbîne jî û ji hebûna DAÎŞ’ê sûd bigire jî ger sedemê aborî, civakî, çandî û polîtîk ku DAÎŞ afirand tune bûya; DAÎŞ di vê astê dernediket holê, pêşnediket û belav nedibû. Serokê Gelê Kurd Ocalan digot DAÎŞ wek tenawirê di nav basmê de derdikevin holê nirxandibû û ev rastiya bi zelalî îfade kir. Kapîtalîzm 200 sale di vê axa ku hezaran sale gelek şaristaniya tê de jiyan kiriye de bê perpirsiyarî dileyîze. Bi polîtîkayê dûrî nirxê vê erdnîgariyê pirsgirêk hemû hêj girantir kir. Polîtîkayê dagirker û berjewendiyê kapîtalîst Ereb li 22 dewleta û 40 perçeyî bela kir. Yên bi van polîtîkayê dagirkerî zirara herî mezin dîtin nijadkujerî li ser wan pêk hat Kurd bûn.
DAÎŞ’ê, pirsgirêkê ku polîtîkayê dagirker û emperyalist li ser Rojhilatanavîn û Gelê Ereb afirand îstîsmar kir û ji hişmendiya xwe ya paşverû û zordar re kire bingeh. Pirsgirêkê ku kapîtalîzmê afirand xêza birdoziya xwe re kir gubre. Civakiya Rojhilatanavîn û nirxên çandî ji bo civakiya xwe ya rêderketî û feraseta jiyana xwe bi kar anî. Nirxên rojhilatanavîn civakiya xwe ya rêderketî û hişmendiya xwe ya paşverû ve xwe wek hêza rizgariyê nîşan kirin. Gelê Ereb de çareseriyek û xêzeke polîtîk û birdoziyek ji pirsgirêke re çareseriyekî bibîne derneket ji bo wê DAÎŞ’ê ev valahî dagirt, di nav demekî kurt de hikumdariya xwe da pejirandin.
Lê bi rastî DAÎŞ’ê hilweşîna birdoziyê ya li cihanê û valahiya holê ji civakiya xwe ya rêderketî re baş sûd girt û bikaranî. Li pêşiya wê tu hêz nikaribû bisekine. Ger hêzeke xwedî birdoziyeke xurt û bikaribe maskê wê bixe derneketa pêşiya wê sekinandina DAÎŞ’ê ne pêkan bû. Di dîrokê de hin demê ku mirovahî pirsgirêk ên giran dijî hene. Di van dema de ku hêzeke bangewaziya rizgariyê derdikeve li pêşiya wê tu hêzeke polîtîk û leşkerî nikare bisekine.
Li hember ol û baweriya tu hêzeke polîtîk û leşkerî nikare bisekine ev jî palpişta vê rastiyê ye.Di sedsala 19. û 20. de li hember sosyalîzm a ku Marks û Engels pêşdîtin jî tu hêzeke polîtîk û leşkerî nikaribû bisekine. Ol û bawerî bi hêza leşkerî ve na bi birdoziyê ve serketin. Marksîzmê jî di sedsala 20. de cihan hejand.
Di vê roja îro de kapîtalîzmê mirovahî bi gelek pisrgirêkê giran re rû bi rû hîşt. Bi karakterê xwe yê kureyî ve ne tenê heremek hemû cihan kire nav krîzê. Kapîtalîzm civakê û mirovahiyê hilweşîne. Kapîtalîzm hatiye halê nexweşiya pençeşîra civakê. Di dîroka cihanê de tu carî mirovahiyê wek vê çaxê hewcedariya bangewaziya rizgariyê nedîtiye. Çaxeke wek Îslamiyetê de dibêje pêxemberê dawî Mehdiyê were tê jiyan kirin. Rojhilatanavîn bûye erdnigariyek ku pirsgirêkê hemû cihanê li tê de bûye girê.
Di tu serdema dîroka cîhanê de mirovahî ev qas pêdiviya bangawaziyeke rizgariyê nebûye. Serdema ku wek ola Îslamê gotî “serdema pêxemberê dawî Mehdî wê bê“ tê jiyîn. Rojhilata Navîn, navenda hemû pirsgirêkên cîhanê ye. Ev erdnigarî, ne tenê di “şerê sar“ de an jî di bin kapîtalîzmê ya 200 salî de qeyran najî. Heman wextê di bin qeyrana pergala dewleta mêtînger û 5 hezar salî de jî dijî. Di bin giraniya pirsgirêkan de Rojhilata Navîn qilûz bûye. Ango mirovek an jî civakek piştşikestî bûye. Tevgerên gel ku “Bihara Ereban“ dihat gotin, ji rewşeke wisa derketin holê.
Tevgerên wek DAÎŞê ku çanda Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên îdeolojîk û polîtîk bi kar tînin, di vê heyamê de wek kivarkê bilezûbez belav bûn. Li Rojhilata Navînê, di aliyê nirxa û bîrdoziyan de valahiyek mezin heye. Civak, hê jî bi nirxên Îslama kevnar li ser piya ye.
Tevgerên wek El Kaîde, El Nusra û DAÎŞê ya rêşaş, di vê nîvenga îdeolojîk de xêzên xwe yên îdeolojîk û polîtîk a rêşaş, li ser nirx û çanda kevneşopiyê dan rûniştandin û êrîş kirin. Di erdnigariya Ereban de ji ber ku tu hêzek îdeolojîk nemabûn ku li hemberî van rawestin, hemû hêzên leşkerî û siyasî maliştin.
Heke dêhn were dayîn, heya ku hêzek îdeolojîk û siyasî ya ku di xêza Rêber APO de ye derneket pêşiya wan nedihatin rawestandin. Tevgerên ku wek hêzek îdeolojîk derketiye pêşiya wan, tenê hêza ku di xêza Rêber APO de tevdigere bû. Li Şengakê bi 12 fedaiyan ve sekinandina DAÎŞê, bi nasnameyek îdeolojîk re pêwendîdar e. DAÎŞ, ewilî li Şengal û Maxmûrê hate sekinandin. Li Rojavayê jî gelek caran êrîş kirin lê her carî jî hatin reşandin. Lêbelê bi teşwîq û azirandina Dewleta Tirk û dîsa bi piştgiriya Dewleta Tirk ve êrîşê bi Kobanê kirin. Xelîfeyê DAÎŞê ya veşartî Tayyîp Erdogan, dema ku digot “Kobanê ha ket ha wê bikeve“ behsa têkbirina xêza Rêbertiyê dikir. Jixwe axaftina wî, bi şêwaza weke serkeftinek îdeolojîk qezenc kiriye hatibû kirin. Lê xelîfeyê DAÎŞê ya veşartî Erdogan, fêhm nekiribû ku li pêşiya wan îdeolojiyek xurt derketiye. Bi çekên ku DAÎŞ bi dest xistibû û piştgiriya ku dida wan ve Erdogan hizirî ku Şoreşa Rojava wê têk biçe. Amerîka û gelek hêz, li hemberî DAÎŞê bêçare mabûn. Bêçaretiyê dilîstin. Di rewşeke nizanin çi bikin de bûbûn. DAÎŞ, her artêşê diperçiqand û derbas dibû; tu artêş an jî çek nikaribûn ku DAÎŞ rawestînin. Tîfaqên hemû Amerîkayê, li Rojhilata Navînê wek bêçaretiya qurbanê dijiyan. Di vê nîvengê de Amerîka û Qoalîsyon di şexsê berxwedêrên Kobanê de çirayê rizgariyê dîtin. Berxwedêrên Kobanê, bi giyanek mezin a îdeolojîk û arîşenê li hemberî DAÎŞê li berxwe didan. Ev berxwedanê jî şert û merc çi be bila bibe bi fedaîtî didomandin. Hêzên Qoalîsyonê ev dîtin û ji bo berxwedêrên Kobanê, bîryara piştgirîdayîna hewayê girtin. Qoalîsyon fêhm kiribû ku DAÎŞ bi vê hêza fedaî têk biçe û yek jî ji bo ji vê rewşê giramî werbigre, bîryarek wisa girtibû. Cara ewil bû ku perçeyê têkoşînek ku gelê cîhanê piştgirî dide, dibûn. Çîroka ku li hemberî DAÎŞê Qoalîsyon çawa li ba Kurdan û gelên Bakurê Surî bûn, wisa ye. DAÎŞ jî têkçûyîna yê mezin ewil li Kobanê girt. Ev, ji derbeyên ku li Şengal û Maxmûrê xwarî hîn pirtir giran bibû. Tiştê ku li vir DAÎŞ têk birî nasnameya îdeolojîk bû. Heke li hemberî DAÎŞê bi bîrdoziya Rêbertî ya raser nehatiba sekinîn, DAÎŞ têk nediçû. Ji ber ku ne tenê Kurdan û gelên Tirkiyeyê, hemû gelên cîhanê piştgirî dabûn xêza Rêbertiyê, DAÎŞ, têkçûyînek îdeolojîk jiya. Heya wê rojê ciwanên Ereb û civaka Ereb, bîata DAÎŞê dikirin û ji bo DAÎŞ şer dikirin; piştî berxwedana Kobanê, civaka Ereb destên xwe ji DAÎŞê bilezûbez kişandin. Hinek Ereb ji ber ku DAÎŞê wek rizgarker nedidîtin destên xwe jê kişandin; hinek Ereb jî xelasbûna xwe di xêza Rêbertiyê de dîtin û li hemberî DAÎŞê şer kirin. Di têkbirina DAÎŞê de 2 hezar şehîdên Ereban çêbûn; ev jî delîlê vê rasteqîniyê ye.
Ji Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojavayê re hemû gelên cîhanê piştgirî dan. Ev piştgirî jî di esasê xwe de ji ber xêza îdeolojiyê hatibûn dayîn. Xêza Netewa Demokrat û hişmendiya Jina Azad, ji hemû gelên cîhanê de kelecanek mezin afirand. Bi pergala Konfederal a demokratîk ku xwe dispêre civaka demokratîk a birêxistinbûyî re avakirina sosyalîzmê, piştî hilweşîna reel-sosyalîzmê di sosyalîstên ku pirsgirêkên îdeolojîk dijîn de kelecanek mezin afirand. Hêzên Rojavayê ya şoreşger, bi arîşena îdeolojiyek raser û bi piştgiriya gel re bi fedaîtî li berxwe dan û DAÎŞ têk birin. Ya ku DAÎŞ têk birî, îdeolojiya raser û piştgiriya gelan bû. Êrîşên hewayî ya Amerîka û Qoalîsyonê têk nebir. Yê ku têk bir, bi misogerî nasnameya îdeolojîk e. Têkçûyîna DAÎŞê ya îdeolojîk, hemû efsûna DAÎŞê xera kir.
Bêguman erîşen hêzên Qoalîsyon yên hewayî di binketina DAÎŞ de rolek lîstiye.Lê belê ev, bingehê serketinê de hêza afirîner nîne . Di serketinê de bûnin hêza piştgirî. Ji ber ku piştgiriya hewayî bidana dîsa jî nikarîbûn DAÎŞ bin xistina. Şoreşa Rojava ya ku xêza Serokatî de, efsûniya birdoziya DAÎŞ hûr kir û bin xist. Dema DAÎŞ jêderkê hêza xwe ya bingehîn ya rêjeyek girîng wenda kir, wek Iraq hêzên din jî wêrek bûn. Hêzên Heşd-el Şabî yê ku ji Şoreşa Rojava wêrekî girt , li hemberî DAÎŞ êrîşan kirin. Ji ber ku Kurdên di xêza Serokatî de şer dikin,bi bîrdoziyên sergewre, bandorê ku DAÎŞ li ser gelên Ereb û civakên Misilman kiriye şikand. Deziyê wan derxistiye bazarê. Kesîtiya wan a rastî raxistiye ber çavan.Ji neynika birdoziya xêza Serok Apo hemû kirêt derketiye rûyê rojê. Karîna AKP û T.Erdogan dema dibîne Ereb û civakên Misilman her ku diçe bilind dibin, DAÎŞ jî li ser wan bi bandore xwest ku bi wan re hevalbendiyê bike û li Rojhilatanavîn li dinyaya Islamê bibe hêza bingeh. Heta dema DAÎŞ xwedî hêz bû hesaba li ser firotinê dûv re jî avantajên polîtîk bigre dest xwe dikir.Lê belê hêza bîrdoziya Serok Apo planên xalîfe yê veşartî a DAÎŞ ê R.Ergodan,ser û bin kir, dema dît ku DAÎŞ ketiye pêvajoya binketinê, got ”ez jî dijberê DAÎŞê me”. Wek Cerablûs û Bab deverên ku difikirî wê bi dest şoregerên Rojava û hêzên Bakûrê Sûriyê keve dagir kir. Heta dema şoregerên Rojava û gelên Bakûrê Sûriyê DAÎŞ bin xist,ji ber ku wê bandorê bişkîne wek dawiya 2.Şerê Dinyayê de ji Hîtler re şer vekir wan jî ji DAÎŞê re şer vekirinê danezanîn.Lê belê rastî ew qas sade ne ku, tu hêz karîna AKP û dijberbûna wan a DAÎŞê ji dil bawernedikir.Hat diyîn bi vegotin û polîtîkayên xwe ve zemîna ku DAÎŞ afirandiye diparêze û hêz dide.Ji avhewaya civaknas û rêzanî ,vegotin û polîtîkayên ku AKP afirandiye de hew DAÎŞ û komên wek wî der tên. Tayyip her ci qas xwe veşêre û xwe cûda raber bike jî şîfreyên wî vebûne.
Di nêz de wê li hemberî DAÎŞ serfirazî were îlan kirin. Pêşî jî li hemû dinyayê wê hêzên koalîsyonê û ABD îlan bike. Bêguman ew jî di nav têkoşîna hemberî DAÎŞ li ba Kurdan û gelên Bakûr ên Sûriyê bûn. Berjewendiyên wan wisa pêdivêt. Ji vê aliyê propagandaya ‘me DAÎŞ bin xist’ tê fêmkirin. Lê belê yên ku bin xist 10 hezar zêdetir şehîdê xwe ve gelên Bakûrê Sûriyê ne.Xêza bîrdoziya ku xwe spartine, divê ev rastî ji bîr nekin.Divê hemû dinya bizanibe ê ku DAÎŞ bin xist xêza bîrdoziye.Heke nê fêmkirin ê ku bin xist, xêza bîrdoziya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya çareserî ya ku pêşdîtiye wê şaşîtî çê bibe. Bibêjin çek bin xist û hêza bingeh ku bin xist nê diyîn wê DAÎŞ dîsa dikaribe rabe ser linga.Heke DAÎŞ li hember xwe hêzek bîrdozî nebîne û heke bîrdoziya ku wî bin xist ew bandora ser gelê Ereban rûmet nedinê, ê ku dibêjin em li hemberî DAÎŞ in bi destê xwe wê pêş wan veke. Zemîna ku DAÎŞ derkeve holê li Rojhilatanavîn heye ev zemîn bi xêza bîrdoziyek sergewre û pişta projeyên civaknas ve tê hişk kirin.Bi wî awayî di civaka Ereb de cîh girtina xêza Serok Apo divê aliyê hemû kesan de bi rûmet were diyîn.Heke xêza Serok Apo rastî were nerîtkirin civaka Ereb wê hêz bibe; Tu bîrdoziyên rêşaş jî nikare li ser civaka Ereb ya ku hêz girtî lîstikan bilîze.
Dema DAÎŞ li Sûriyê rêjeyek girîng ve hat bin xistin yên ku di vê têkoşînê de şehîd ketin em bi rêzdarî bibîrtînin. Aniha li pêş gelên Rojhilatanavîn erkên duyemîn rawestiye. Ji bo gelan AKP ango DAÎŞê duyemîn divê em paş bixin. Heta ev bîr û karîn paş nekeve li rojhilatanavîn pêşiya azadiyan venabe.Heta karîna AKP-MHP bin nekeve li rojhilatavîn bêyî DAÎŞ û komên wek wî nikare were afirandin.
Mustafa Karasu