Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê li ber nexweşxaneya Firatê kom bûn. Ciwanan meşale, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkoşer Leyla Guven, pankartên bi nivîsa `Bi berxwedanê em ê komployê bişkînin` hildan.
MINBIC- Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê li ber nexweşxaneya Firatê kom bûn. Ciwanan meşale, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkoşer Leyla Guven, pankartên bi nivîsa `Bi berxwedanê em ê komployê bişkînin` hildan.
Ciwanan ji ber nexweşxaneya ber bi Stada Beledî ve meşiyan û sloganên azadiya Ocalan berz kirin.
Meş li ber Stada Beledî rawetiya. Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan endama rêveber a yekîtiyê Çiya Ibrahîm axivî û got berxwedana Leyla Guven bingeha xwe ji berxwedana Îmraliyê digire. Çiya soza şopandina rêya berxwedana jinan li tevahiya cîhanê û berxwedana Leyla Guven da.
Paşê bi navê ciwanan hevserokê Yekîtiya Werzîş û Ciwanan Mihsên El-Casim axivî û komploya navneteweyî şermezar kir. Mihsên anî ziman ku armanca komployê nixumandina fikra neteweya demokratîk û azadiyê bû.
Mihsên destnîşan kir ku Ocalan bi rêya felsefeya xwe gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek û ji wan re bingehek ji bo ku xwe ji siyasetên dijber biparêzin ava kir.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.