Meşa dirêj a 3 rojan ya Kurdistaniyên li bajarên Başûrê Fransayê dijîn di roja 2’an de navber da. Çalakvanan di şahiyekî de bi gel re hatin gel hev.
MARSİLYA- Meşa dirêj a 3 rojan ya Kurdistaniyên li bajarên Başûrê Fransayê dijîn di roja 2’an de navber da. Çalakvanan di şahiyekî de bi gel re hatin gel hev. Çalakiya ji bo piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê wê li Marsîlyayê bidawî bibe.
Meş duh bi beşdarbûna 143 kesan ên ji Marsîlya, Bordeaûx, Montpellîer, Dragûnayn û Toûloûse destpê kir. Îro bi beşdarbûna 147 kesan domand.
Kurdistanî saet 10:00’an li Qada Marîgnane li hev civiyan û meşiyan. Piştê meşa 20 km’an di seatên êvarê de li Marsîlya St Antînoneyê navber dan. Di meşê de diruşmên li dijî tecrîdê û ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate avêtin.
Her wiha meşvanan îşev tevlî morelekî bûn û bi coş û moralek mezin şahiyek li darxistin.Girse wê sibê li heta Marsîlya Jolîettê bimeşin û mîtîngekê lidarbixin.
Her wiha meşvanan li dijî komployê hestên xwe anîn ziman komploya 15’ê Sibatê a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di axaftinê xwe de protesto kirin.