Duh endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) li Zaningeha Dusselodorfê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek pêk anîn.
DUSSELDORF- Duh endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) li Zaningeha Dusselodorfê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyên xwe de ciwanan ji bo çalakvanên greva birçîbûnê û ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven belavokên agahiyê belav kirin. Ciwanan di çalakiyê xwe de bal kişandin li ser çalakiya Leyla Guven a ku 101 roje didome.
Di heman demê xwendekaran li ser tecrîd û komploya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan agahî dan û rola ciwanan anin ziman. Ciwanan got ku ji bo tecrîd were şikandin pêwîste hemû ciwan Serî Hildin.