Girtiyê 63’ê rojin di grevê de ye wiha got: “Hem wek gel hem jî wek rêxistin hêza me heye. Em bi xwe bawer in. Çimkî em mafdar in. Wê gelê me bi biryardariya xwe û berxwedana xwe dîwarên faşîzmê birûxîne.”
ŞIRNEX- Omer Kabûl ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye û got: “Bedêl çi dibe bila bibe, heta tecrîd neyê şikandin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 101’ê de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome.
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê Omer Kabûl ku 63 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.
‘JI XEYNÎ BERXWEDAN Û SERKETINÊ WEKÎ DIN TU RÊ TUNE YE’
Kabûl, anî ziman ku wî di roja 50’î ya çalakiyê de ev name nivîsandiye. Kabûl, bilêv kir ku morlaê wî xurt e û got: “Çirûska ji aliyê hevrê Leyla hat pêxistin, niha wekî lehiyeke ji agirê li milyonan diqelibe û bi xwe re dikişîne.” Kabûl, destnîşan kir ku rêyeke dirêj li ber çalakgerên di greva briçîbûnê de ye û berpirsiyariya wan berpirsiyariyeke giran e. Kabûl got: “Me jî bi hemû hêz û quweta xwe di nav berxwedana birûmet a vê karwanê de cih girt. Xiyal û hesretên me jî mezin in. Hîn em ji bo hi hesretên xwe yên ne welidîne û ji bo xiyalên xwe yên zarokatiyê li ber xwe didin. Ji bo vê yekê ji xeynî berxwedan û serketinê tu rê tune ye.”
Kabûl wiha got “Bedla wê çi dibe bila bibe heta tecrîd neyê şikandin û faşîzm neyê rûxandin wê çalakiya wan dewam bike” got: “Hem wek gel hem jî wek rêxistin hêza me heye. Em bi xwe bawer in. Çimkî em mafdar in. Wê gelê me bi biryardariya xwe û berxwedana xwe dîwarên faşîzmê birûxîne.”