Ruxmê ku çalakiya Amed’ê qediyaye jî dîsa polîsên dewleta Tirk a dagirker li hemû kolanên Amed’ê dorpêç kirine.
AMED- Li Amed’ê duh ji bo çalakiya Leyla Guven a 100 rojê û li dijî tecrîdê ji aliyê HDPê çalakiya şikandina tecrîdê hat li darxistin. Polîsên dewleta Tirk a dagirker bajar girt dorpêçê û êrîşê girseyê kir. Di nav de Parlementera HDP’ê Saliha Aydenîz jî gelek kes birîndar bû û hat derbkirin.
Ruxmê ku çalakiyê qediyaye jî dîsa polîsên dewleta Tirk a dagirker li hemû kolanên Amed’ê dorpêç kirine. li ber mala Leyla Guven barîkatên ku duh hatibû danîn hêj jî di cihê xwe de disekine.
Her wiha li kolanê ku mala Leyla Guven li wir e wesayîtên zirxî û TOMA hatiye cihkirin.