Jinên Ciwan ên HDP’ê, dê sibê li Amedê di konferansa Jinên Ciwan de werin gel hev.
AMED- Jinên Ciwan ên HDP’ê dê sibê li Amedê di konferansa Jinên Ciwan de werin gel hev. Konferansa ku tê payîn nêzî 300 Jinên Ciwan tevlî bibe bi şiyara “Jiyana Azad Bi Jinê Azad re Gengaz e” û “Bi rihê jinên ciwan berxwe bide, tecritê bişkine” wê pêk were.
Ji Tirkiye û Kurdistanê Jinên Ciwan wê tevlî konferansê bibin. Rojeva Konferansê Tecrîd, Grevên Birçîbûnê û polîtikayên asîmîlasyon, destdirêjî û tecavûza li ser jinê ye.