Li Îdirê li yekîneya leşkerên Tirk hate xistin ên ku li Qereqola Axûriyê çeper çêdikirin. Di çalakiyê de fermandarê yekîneyê hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiya li Îdirê û êrîşa hewayî ya li dijî Heftanînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de hêzên me di 14’ê Sibatê de saet di 11.00’an de li dijî yekîneyeke leşkerên Tirk xistine ên ku di navbera qereqola Axûrî û kûleyekê de çeper çêdikirin. Di vê çalakiyê de fermandarê yekîneyê hate kuştin û hêzên me bi silametî vegeriyan cihên xwe.
ÊRÎŞA HEWAYÎ YA LI DIJÎ HEFTANÎNÊ
Di 13’ê Sibatê de saet di 18.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Qesrokê ya Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê êrîşê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”