YPG’ê di derheqa 2 şervanên xwe yên ku li Bagera Cizîrê û li Qamişlo şehid ketiye eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şervanê wan Ebdullah Til Temir 14’ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê li gundê Boxaza Jorîn û şervanên wan Egîd Cîlo jî li Qamişlo di encam qezayeke trafîkê de 13’ê Sibatê şehîd bûne.
YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû Kurdistaniyan re xwest.
YPG’ê li ser şehîdbûna şervanên xwe ev agahî da:
“Şerê Tunekirina Terorê a çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca tunekirina terorê ya DAÎŞ’ê li herêma Dêrê Zorê hatibû destpêkirin ber bi dawîbûyînê ve diçe.
Di vê çarçoveyê de; 14’ê Sibatê li gundê Baxoza Jorîn di operasyonên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatibû lidar xistin de derbên giran li çeteyan hat dayîn. Di vê operasyonan de rêhevalê me Ebdulah piştî bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Ebdulah Til Temir
Nav û Paşnav: Elî El Ehmed
Navê Dayikê: Tayibe
Navê Bav: Ebud
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 14’ê Sibatê 2019
Hevalê me Egîd ku li Qamişloyê li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê di roja 13’ê Sibatê gihîşt şehadetê. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Egîd Cîlo
Nav û Paşnav: Metîn Çîftçî
Navê Dayikê: Şemsîxan
Navê Bav: Osman
Cihê Ji Dayikbûnê: Êlih
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 13’ê Sibatê 2019
Em serî de her du malbatên hevalên me yên şehîd re û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevalên me yên Ebdulah û Egîd de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin.”