Leyla Guven: “Ev grevên birçîbûnê ji bo tecrîd were şikandin dengê me gihand li her derê cihanê. Heta ev tecrîd bidome yek ji me jî nikare azad bibe. Azadiya jinan û azadiya ciwanan bi girêdayê rakirina tecrîdê ye.”
STRASBOURG- Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 101 roje li dijî tecrîda giran ali ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bi rêya dîmenê tevlî mîtînga Strasbourgê ku bi deh hezaran kes tevlîbû bû.
Hevseroka KCD’ê di axaftina xwe de wiha axîvî: “Di destpêkê de çalakvanên grevên birçîbûnê a ku li Kurdistan û Ewrûpa û di zindanan de zêdetirî 300 hevalan min tenê nehiştin gihiştiye qonaxekî girîng. Ev grevên birçîbûnê ji bo tecrîd were şikandin dengê me gihand li her derê cihanê. Heta ev tecrîd bidome yek ji me jî nikare azad bibe. Azadiya jinan û azadiya ciwanan bi girêdayê rakirina tecrîdê ye.
Ez ji hemû kesên ku ji çar aliyên Ewrûpayê hatine mîtinga Srtrasbourg’ê silav dikim. Em dibe ku îro ji pêvajoyekî zehmety de derbas dibin. Lê doza me dozekî mafdar e. Şerê me şerê mirovatiyê ye. Şerê Hebûnê ye. Me pir berdelan da û em ê hêj bidin jî. Dibe ku ji me hinekiyan şehîd jî bikeve. Lê ez dixwazim ku hûn hemû bimoral bin. Ez pêşniyar dikim ku heta tecrîd were şikandin herkes li qadan bin.”