Nasir Yagiz a ku li dijî vê tecrîdê 88 roje di grevê de ye peyamek bi dîmen şand.
STRASBOURG- Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û silavkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin, li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin. NAsir Yagiz a ku li dijî vê tecrîdê 88 roje di grevê de ye peyamek bi dîmen şand.
Yagiz di peyama xwe de ev tişt got: “Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qet napejirînin. Gelê Kurd bi vê berxwedanê ji nû ve xwe dinivîsîne. Gihiştina serketinê di destê gelê Kurd e ye. Ya girîng mezinkirina berxwedana û li her qadê belavkirine. Divê gelê me yên li Ewropayê dijî hê zêdeti xwedî li berxwedana Strasboûrgê derbikevin.
Hêviya min heye ku bi berxwedanê Ewropa bê hejandin û neçarî bikin ku biçin deriyê Îmraliyê. Bila ev baş bê zanîn; Heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin, bi wî re rast e rast hevdîtinek pêk neyê em dev jî berxwedanê berandin. Ji derveyî vê rêyeke din a aştiyê tine. Divê li hemberî vê berxwedana gel bêdengî nemîne. Heta ku ev tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, divê em jiyanê rawestînin. Dme dema berxwedan, çalakî û serî rakirinê ye. Her kes li cihê lê rabe ser xwe. Enternasyonalîstên li Strasboûrgê silav dikim, dem êdî demê çalakiyê ye. “