Li ser navê Êlek Zeran jî koma ku tevlî mîtîngê bû, diyar kirin ku bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Mîtînga prtotestoyê ya bi heybet a li bajarê Strasboûrg a Fransayê ku li dijî Komploya Navneteweyî hate kirin, bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘ Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Piştî ku berxwedêrên greva birçîbûnê ku ev 62 roj in li dijî tecrîdê di grevê de en veqetiyan û şûnde bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî berxwedêrên Strasboûrgê’ hatin qîrkirin.
ÊLEK ZER: EM Ê LI GEL GEL KURDÊN LI BER XWE DIDIN CIH DIGIRIN
Li ser navê Êlek Zeran jî koma ku tevlî mîtîngê bû, diyar kirin ku bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ne.
Êlek Zerên ku bi sembola serketinê û pankara ‘Strasboûrg bi we re ne’ vekirin derketin ser dikê, peyama ku piştgiriyê didin berxwedana grevên birçîbûnê. Di axaftinên li ser navê komê hatin kirin de ev tişt hate gotin: “Em ê li gel Kurdên li ber xwe didin cih bigirin. Xudê bela xwe li dîktator Erdogan bide, Bijî Serok Apo, ji Ocalan re azadî. Gelê Strasboûrg li gel we ye. Piştgiriya me ya bi gelê Kurd re wê bidome.
Mîtîng bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.