NAVENDA NÛÇEYAN
Rotinda Engîn
Her civak bi serokên xwe ve jiyana xwe ava dikin û diparêzin. Serok, şert û mercên civakê bi her awayî tehlîl dikin, hemû pirsgirêk ên civakê dibînin û çareser dikin, ji bo roj û pêşeroja civakê stratejiya çê dikin, hêza biryar û pratîkê didin nîşan, ha herî girîng jî yê ku bi aliyê civakê têne pejirandin re serok tê gotin. Di nav civakekî de her kes nikare bibe “Serok”, civak di nav xwe de dikare çend pêşenga derxe û bi wan re tev bigere, lê serokatiya xwe ango nasnameya xwe, hebûna xwe, pêşeroja xwe, yê ku dixwaze ji xwe re bike nûner civak xwe diyar dike. Yê ku gel diyar nekiriye û xwe bi zorê li gel dide ferz kirin re “dîktator” tê gotin. Dîktator jî tu carî nabin serokê gelekî!
Civak bi destê mirovan tê avakirin. Her gel avakirina civaka xwe bi serokê xwe ve dike. Wekî mînak, di kolandinê arkeolojîk de belgename yê derketine jî tê femkirin ku civak di heyamê neolîtîk de erdnigariya ku lê jiyan kirine bi serokên xwe ve jiyan avakirin e. Xwedawenda Misirê Kîbele, xwedawenda Asûrê Îştar, xwedawenda Kurd Star û hwd. Di wê çaxê serokên civakê bûn. hêj jî dayîkên me, pîrikên me ji bo wê bi gotina “Ya Star” serokên wê demê tînin ziman.
Bi pêş ketin a pergala dewletparêz û deshilatiyê li hember zordariya sêgoşe ya rahîp-qral-pêşengê leşkerî li zigurata bi hezaran kesayetê ku êl û qebîleyê wek serok dîtin derketin. Spartakus û Prometheus çend mînaqin ji bo vê. Li hember zêde bûna hêza dewlet û desthilatiyê ya zordariyê û ev kirine wek pergalekî, civak û gel jî ketin nav lêgerîna serokekî rizgarkirinê Zerdûşt, Buda, Konfîçyus, Hz. Mûsa, Hz. Îsa, Hz. Mihemed û sedsala 19. û 20. de jî kesayetê ku têkoşîna sinif û gelan re serokatî kirin jiyan kirin e. Di sedsala 21. de serokê herî mezin jî Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Serok APO, tenê serokê gelê Kurd nîne. Bûye serokê hemû gelên di Mezopotamyayê de dijîn. Sedema bûyera sedsalê ya herî mezin komploya navneteweyî ku li girava Îmraliyê di bin esaretê de ye jî ev e. Ger komploya navneteweyî bi pir aliyê ve were nirxandin û fêm kirin wê baştir bê fêm kirin Serok APO çima serokê gelan e. Her çiqas li Îmraliyê di esareta herî zor ya ku mirovahiyê ditiye de jiyan dike jî li gorî pêdîviya mîsyona xwe ya serokatiyê rola xwe ya stratejîk di bin her şert û mercê de dileyîze û vê mîsyona xwe ya dîrokî bicîh tîne.
Wek Serok Apo di parastinên xwe de danî holê ku hêza wate, şîrove û nerîtê bi gewreyî pêş xistiye. Serok Apo di parastinên xwe de hew dîroka Kurd, têkoşîna dîrokî û avakirina civaka azad ya îro neaniye ziman.Di parastinên xwe de ser gerdûna me, gerwerkê me, xweza, mirov û civakê fêm kirin û binavkirin xebitiye. Taybetî jî civaka dîrokî, gelan , jinan û bi navê hemû bindestan ji nû ve binavkirin û ji nivîsîna dîroka azadiyê re Serokatî kirina wî bêhempa ye.Derketina Karîn-Dewletê, dîroka pêşbûyînê, di çaxa me de jî şikandina hemû şîfreyên pergalê, civakê-dîrokê gelê ku têkeldar bûye û nasnama wî ji nû ve binavkir.Nakokiya bingeh navbera karîn-dewletê û civaka ku dixwaze azad bijî de pêktê ango hemû pirsgirêkên gel û civakê ji ber hêzên dewlet-karîn û pergala wan derdikeve.
Lêgerîna rastiya Serok Apo ya bi evînî girêdayî,avakirina jiyana azad, gihîştina pergalê û parastina xwe bi hev re aniye. Lêgerîna rastiya Serok Apo li warên ji dayikbûyî dest pê kiriye. Tê zanîn ku Serok Apo navçeya Riha yê Helfetî li gundê Amara ji dayikbûyî. Hê di salên bicûk de bi hestên xwe rastiya malbat, civaka kû navdeyî, têkîliyên jin-mêr, derkên hemberî dijmin de nakokîyan jiyayî.Li hemberî rastiyê malbat û civaka kevneşop xeyalên xwe ê zarokî parastiye û ji bo xeyalên xwe pêk bîne şerê xwe domandiye. Rastiya malbat û civaka feodal, statuya ku dane zarokên keç nepejirandiye. Ji vê re şer vekiriye û keçan ji tevlî lîstikên xwe kiriye.Bi havalên xwe yên zaroktî re xwezayê kifş dikirin, ji hevalên xwe re seroktî dikir.Bi hevalên xwe yên zaroktî re her tiştî kifş dikir, diket lêgerîna rastiyê, çiyan- çolan, di xwezayê de ajalên din fêm kirin û lêgerîna gihîştina rastiya wan her tim bûye. Girêdayîya hevalên xwe li jor her tiştî girtiye. Di salan bicûk de tev û bi rêxistin, bûyina lêgerîna rastiyê ji xwe re bingeh girtiye.Çûyina yekem a mizgeftê û di pêşengiya wî de ji hevalên xwe re kirina nimêja yekem bi vî re têkîldare.Têkîliya ku bi Dayka Uveyş re jî gelek balkêşe.Rêber APO, di aliyekî xisletên xwe yên serhildêr, stûnexwar û feraseta xurt ji dayika Uveyş digirt, di aliyekî de jî fêmbariya hêzbûna wê pirsiyar dikir. Di Rêber APO de hêzbûn birêxistinbûn e, bi bicivakîbûnê ve tevgerîn e. Bi kurtasî, lêgerîna rasteqîniyê, rasteqîniya xwe afirandin, jiyîn û ew birêxistinkirin a Rêber APO ku ji zarokatiya wî dest pê dikir, her ku çû pêş ket û şerê ku bi malbat û kevneşopiyê re dabû destpêkirin jî arasteyê hemberî dewlet û desthilatdariyê kir. Hemû saziyên dewletên cîhanê Kurdan kêm didîtin, nasname û navê Kurdan tune dihesibandin û wek mirov nedidîtin; li hemberî van helwestên polîtîk Rêber APO, rêhevalên xwe kifş kirin û zayîna xwe ya duyemîn pêk anî. Ev zayîna duyemîn, zayîna Kurdên Azad e, zayîna civaka Kurd a azad e. Rêber APO, nîşan da ku Kurd jî gel in; bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe li van axan gelê herî qedîm û kevnar e û dikarin bi van nirxan ve xwe biparêzin û bi azadî jî bijîn. Ji ber vê jî bingeha birêxistinkirî ya ewil amade kir. Ev bingeh jî, bi bîrdoziya azad a xwegir, birêxistinbûnê û tevgerînê ve hêzên xwe yên parastinê ava kirin û hatin vê rojê. Di 27ê Mijdara 1978an de avakirina PKKê, di 15ê Tebaxa 1984an de avakirina ARGKê, di sala 1985an de avakirina ERNKê, di salên 90î de serhildanên gel, di sala 1998an de bîrdoziya Rizgariya Jinan û dû re jî avakirina partiya jinan PAJK hatin pêkanîn. Bi tevî salên 2000î jî gelê Kurd û jinên Kurd, hebûna xwe û nasnameya xwe hê xurtir pênase kirin û birexistinbûnên pergala Konfederalîzma Demokratîk ku bi xêza Netewa Demokratîk pêş dikeve dan jiyandin. Îro rêxistinên wek KCK, KJK û Komalên Ciwan îfadeya vê ya şênber e. Modernîteya Kapîtalîst û pergala wê ya dewletê netew-dewlet, Kurdistan çar perçe kiriye; gelê Kurd jî ji bo ku her çar perçeyên Kurdistanê pergala Konfederalîzma Demokratîk ava bike û biparêze, berxwedan û birêxistinbûna herî mezin a sedsala 21. bi pêş xistin. Birêxistinbûna gel ku di pergala Rêber APO de pêş dikeve û avakirina jiyana azad îro şênber dibe û li axên Mezopotamyayê berbelav dibe.
Pergala Konfederalîzma Demokratîk ku li navenda Kurdistanê bi paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêber APO re pêş dikeve, bala ne tenê gelên Rojhilata Navîn, hemû gelên cîhanê dikşîne û bandora xwe li van dike. Niha em dikarin bêjin ku Modernîteya Demokratîk ku jehrbira Modernîteya Kapîtalîzmê ye, berbang lê dide û mizginiya vê jî li Şengal û Maxmûrê, li Rojavayê hate dayîn. Ji ber vê yekê jî mirovên ji her gel têne Rojava, jiyana azad tehm dikin, ava dikin û diparêzin. Ji ber ku Rêber APO, pergala jiyana azad gihandibû paradîgmayeke xurt û vê jî bi pêşengiya gelê Kurd ve bi gelên Ereb, Suryanî, Tirkmen û gelên din re kiribû, rêberê her mirovê ku dixwazin bi azadî bijîn, bû. Ev pêywira dîrokî-civakî her roj bi pêş dixe. Mirovên ji her deverê cîhanê, ji bo ku paradîgmaya Rêber APO fêhm bikin, hêviyên xwe yê jiyana azad mezin bikin û bigihîjin hêzeke birêxistinkirî di nava lêgerînê de ne. Ne tenê gelan, hemû dijberên kapîtalîzmê, ango gelek fraksiyonên sosyalîst, anarşîst û femînîst dixwazin bi parêznameyên Rêber APO re xwe mezin bikin û xwe ji nû ve vesaz bikin. Hinek arkeologên jimartî yên cîhanê dibêjin ku xebatên wan bi ramanên Rêber APO ve watedar bûne. Bi teybetî jî bipêşxistina hişmendiya nû ya dîrokê ya Rêber APO, pênasekirina civaknasiya dîrokê, hemû şaxên zanîstên civakî di bin sîwana civaknasiyê de komkirin û jineolojî û ekolojiyê jî wek bingeh dîtin, pir girîng e. Di vî warî de em dikarin bêjin ku di sedsala 21. de Rêber APO, rêberê hemû gelên bindest bûye û hemû gelên cîhanê jî ji vê Rêbertiyê re govaniyê dike.