MINBIC- Li gor agahiyên ji herêmê hat ragihandin çeteyên artêşa Tirk a dagirker di seatên derengiya şevê de bi çekên giran û sivik êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Wîran ê li rojhilatê bajarê Babê û rojavayê Minbicê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê jî bersiv dan û şer rû da.
Çavkaniyan diyar kirin ku di nava çeteyên artêşa Tirk a dagirker de birîndar hene.